• Monday, 16 February 2026
logo

Bi îmzaya serok Barzanî êdî Kurdistan bûye xodanê 5 zimanên fermî

Gulan Media December 15, 2014 Nûçe
Bi îmzaya serok Barzanî êdî Kurdistan bûye xodanê 5 zimanên fermî
Piştî pesendkirina proje qanûna zimanên fermî ji aliyê parlemana Kurdistanê ve, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê jî ew qanûna han bi fermî îmza kir û êdî niha li Herêma Kurdistanê 5 zimanên fermî hene.

Şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlemana Kurdistanê Tariq Cewher di evê bareyê de ji dezgehên ragihandinê re got:´´parlemana Kurdistanê di rûniştina xwe ya di 29 Cotmeha bihorî de, qanûna nû ya bi navê ´Zimanên Fermî´ derkir û piştre serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî ew qanûn îmza kir.´´

Tariq Cewher diyar kir ku, benda yekê ji ewê qanûnê amaje bi wê yekê dike ku, zimanê Kurdî û Erebî du zimanên serekî ne li Iraqê û benda duyem ji wê yasayê amaje dike ku, zimanên pêkhateyên din mînak Tirkem, Siryan, Ermen û Asûrî ligel zimanê Kurdî, li yekeyên îdarî yên ku têde piraniyê pêk dihînin, zimanên fermî ne.

Top