Li Cizîrê alozî derketin
Li gor medya Tirkiyeyê, duhî şev li navçeya Cizîrê ya girêdayî parêzgeha Şirnêxê di navber alîgirên partiya Hudaparê ku wek Hizbulah tê naskirin, û endamên partiya DBPê pevçûn derket.
Hat ragihandin alîgirên Huda-Parê êrîşî rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kirin û dema ku ciwana li dijî wê êrişê û DAIŞê li taxên Îdilê , Nisêbîn û Dortyolê xwepêşandanek lidarxistin, lê rastî êrîşên polîsa hatin.
Hat diyar kirin ku alîgirên DBPê dema pevçûnên di navber wan û polîsan de, bi molotofan êrîşî avahiyên AK Partiyê a desthilatdar kirin.
Hat gotin ku di pevçûna duhî şev de gule jî hatine bikaranîn, lê heta niha derbarê birîndar û binçavkirinan ti agahî neketine dest.
Wek tê zanîn alîgirên HDPê roja 25 mijdarê roja tundiya li dijî jinê a cîhanî de, şanoyek derbarê firotina jinan ya ji aliyê DAIŞê ve tê kirin, lidarxistinbûn. Wê şanoyê de rêxistina DAIŞê dan xuyakirin ku çawa çarşevên reş li jinan dikin û wan difroşin.
Roja şemiya borî jî li navçeya Cizîrê komek ji saziyên îslamî xwepêşandanek lidar xistibûn û tê de helwesta partiya HDPê derbarê jinên çarşevê reş li xwe kirî, prostesto kiribûn.
Rudaw
