Hewlêr jiber şerê DAIŞê û rêzgirtin li şehîdan ahenga sersala 2015 encam nade
Berpirsê ragihandina parêzgeha Hewlêrê Hemze Hamid ji dezgehên ragihandinê re da xuyakirin ku, bi sedema rewşa ku niha heye û şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), îsal berovajî salên bûrî li Hewlêrê ti merasîmek nayê encamdan.
Derbarê encamnedana ahengên serê salê Hemze Hamid got: “Wek hevsoziyekê ji bo malbata şehîdan, ji ber ku xelk nerihet e û birîndare û şehîdên xelkê hene, bi hezaran kilometir jî em li hêzeke terorîst şer dikin, êdî emê çawa ahengê bikin.”
Navhatî amaje kir jî ku, dê wek salên bihorî, li resturan û holên ahengan, ahengên taybet bi serê salê werin lidarxistin, hêzên ewlekariyê jî dê planek wan a taybet hebe ji bo rêvebirina bajarê di wê şevê de.
Di salên bihorî de, berî çend rojan ji destpêbûna serê salê, hemû cadeyên serekî yên Hewlêrê bi ronahî û sîmayên sersalê dihatin xemlandin, tevî ku şeva serê salê aheng li parkan ji aliyê parêzgeha Hewlêrê ve dihatin sazkirin.
