• Monday, 16 February 2026
logo

YPGê bîlançoya 3 heyvên şerê Kobanî eşkere kir

Gulan Media December 15, 2014 Nûçe
YPGê bîlançoya 3 heyvên şerê Kobanî eşkere kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ji destpêka şerê Kobanî ve heta niha 2 hezar û 951 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, herwiha 263 şervanên YPGê û Artêşa Azad a Sûriyê jî şehîd bûne.


YPGê, duh yekşembiyê bîlançoya şerê sê mehan ê li Kobanî eşkere kir. Li gorî daxuyaniya YPGê ku li ser malpera fermî ya wê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku şerê Kobanî derbasî meha çarem bû.

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şerê Kobanî ve heta niha 2 hezar û 951 çeteyên DAIŞê hatine kuştin ku di nav kuştiyan de sê “emir” jî hene.

Herwiha hat gotin ku 14 tank, 88 otomobîl û amûrên DAIŞê, 23 motorsîklêt, 18 doşka, 3 hawan û 2 otomobîlên ji curê Hummer ên wê rêxistinê hatine jinavbirin.

Di beşek din a daxuyaniya YPGê de hatiye ragihandin ku 170 çekên kilaşînkov, 24 BKC, 32 ARBC, 3 çekên M16, 20 dorbîn, çekek sekvaniyê, hawanek, 21 çekên sivik, 3 demançe, 38 rext, 205 bombeyên destan, tivingek nêçîrê, 11 mayîn, çekek AKC, 7 bêtêl û gellek cebilxane hatine bidestxistin.

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şerê Kobanî ve heta niha 248 şervanên YPG/YPJê û 15 jî çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê şehîd bûne.

Top