• Monday, 16 February 2026
logo

Zanyariyên dawî li ser rewşa Şingalê

Gulan Media December 15, 2014 Nûçe
Zanyariyên dawî li ser rewşa Şingalê
Çavkaniyekê li navçeya Şingalê aşker kir ku, şiyan û karîna çekdarên DAIŞ`ê li wê navçeyê qels bûye û pranya wan ji hozên Ereb, Tirkmen û Sineyên Teleferê ne û di êrîşkirinan de pişt bi biyaniyên xwekuj girêdidin.

Berpirsê Ragihandina Melbeda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK li bajarê Mûsilê Xeyas Surcî ji BasNewsê re got:“Niha şiyan û karînên DAIŞ wek li praniya navçeyên ku di bin destê wê de ne û navçeya Şingalê û derdora wê jî, gelek qels û lawazbûne û hejmara wan jî kêmbûye û praniya wan ji Erebên hozên derdora navçeya Şingalê û Tirkemnên Sine yên Bajarokê Teleferê ne.”

Herwiha hejmareke hindika çekdarên biyanî li wê navçeyê mane, çûnkî praniya çekdarên biyanî di şerê wan ligel Pêşmergeyan û ji ber bombe barankirina firokeyan ve hatine kuştin, li gor ku Xeyas Surcî ragihandiye.

Li gor Surcî “Ev demek e çekdarên DAIŞ`ê dest bi bombekirin û teqandina xaniyên efserên Asayiş û Pêşmerge yên Kurdistanê û kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê û YNKê li wê navçeyê kirin e, heta niha jî bi dehan xanî li navçeya Şingalê û derdora wê teqandine û bi dehan xaniyên din jî bombekirine, lê heta niha neteqandine“.

Navbûrî wiha axaftina xwe qedand:“Li navçeya Şingalê, karîna êrîşkirina çekdarên DAIŞ`ê nemaye û ew êrîşên ku bo ser Çiyayê Şingalê tên encamdan, tenê çekdarên biyanî ne ku, tevahiya wan xwekujin û hejmara wan jî hindike“.

Basnews
Top