Li dijî DAIŞê hêzek nû: Canfîdan
Li gundê Bakofayê nêzîkî 200 şervanên asûrî, perwerdeya leşkerî standin û yekîneyek bi navê “Du eh Nevşe” ku wetaya wê pêşmerge ye, avakirin.
Berdevkê Heza Du eh Nevşeyê Albert Kiso ji Rûdawê re ragihand ku ew yekîne bi piştevaniya Partiya Welatparêz a Asûriyan hat damezrandin.
Kiso diyar kir ku di nav yekîneyê de efserên bi tecrûbe jî hene û got erka wan ku ewlekariya xelk û axa pîroz biparêzin.
Albert Kiso da zanîn ku hin dostên wan ên li Amerîka, Ewrûpa û Awustralyayê alîkariya wan a maddî dikin û wiha got, “Tevahiya şervanên Yekîneya Du eh Nevşê ji kesên xwebaxş pêk tê. Lê meaş werdigrên.”
Kiso anî ziman ku yekîne her çiqasî bi piştevaniya Partiya Welatparêz a Asûriyan hatibe avakirin jî lê ne girêdayî ti partiyane û wiha domand, “Ew yekîne ji ber şerê li dijî DAIŞê hat avakirin. Ji ber vê yekê jî dema ku şer rawestiya emê çekan deynîn û vegerin ser jiyana xwe ya berê.”
Peyamnerê Rûdawê yê ku çûyî mala muxtarê Bakofayê got ew li wê derê rastî sindoqên çekan hatiye.
Berpisyarê ragihandinê yê canfîdayan Mecîd Îliya jî ji Rûdawê re got wan çek bi derfetên xwe kirîne û peydakirina çekan hêsan e.
Cîgirê Fermandarê Eniya Tilkêfê yê Hêza Pêşmerge Serdar Kerîm jî wiha got, “Ew birayên me ne. Ti cudabûna wan û Pêşmerge nîne.”
Rudaw
