Mesrûr Barzanî ligel parlamenteran dicive
Di vê derbarê de Endama Komisypna Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê Awaz Mela Fendî ji BasNewsê re got: ‘’Berî niha biryar bû Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî were salona Komisyona Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, lê piştre di bername de hinek guhertin çêbûn, loma (14.12.2014) saet 9 endamên komisyonê diçin baregahê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û ligel Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî û endamên encûmena asayişê dicivin.’‘
Awaz Mela Fendî wiha axifî: ‘’Di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê tê nirxandin û kêmasiyên Herêma Kurdistanê yên di warê ewlekariyê de tên gotûbêj kirin.’‘ Li ser pirsa gelo çima Mesrûr Barzanî nayê parlamentoyê? Awaz Mela Fendî wiha bersiv da: ’‘Mesrûr Barzanî berê amadebûna xwe pêşan dabû ku were parlamentoyê, lê piştre guhertin çêbû.’‘
Basnews
