• Monday, 16 February 2026
logo

Jiyana 75 girtiyên siyasî li girtîgehek e Tehranê metirsîdar e

Gulan Media December 13, 2014 Nûçe
Jiyana 75 girtiyên siyasî li girtîgehek e Tehranê metirsîdar e

75 girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha Ewêne li Îranê di rewşek e xirab de dijîn û metirsiyeke zêde li ser jiyana wan heye.

Ligor rapora ku Rêxistina Navdewletî ya Mafên Mirovan li Îranê belavkiriye, bi hênceta pabendnebûna 75 girtiyên siyasî yên Kurd bi hin rênmayên girtîgehan, ev 4 mehin ku ew girtî ji hemû mafên xwe hatin e bêpar kirin, jiyana wan jî di mertirsiyê deye.

Ligor heman çavkaniyê, danûstandin û cihê ragirtina wan 75 girtiyan berovajî bingeh û prensîbên mafên welatîbûnê di yasaya bineghîn a Îranê de ye.

Rapora ku Rêxistina Navdewletî ya Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike ku, ew her 75 girtîg di 4 odeyên jêrerd de, ku bêyî pencere ne û gelekî pîs û qirêjin, hatine ragirtin.

Girtiyên siyasî yên girtîgeha Ewên ya li bajarê Tehranê, ji mafê derketinê bo hewşa girtîgehê û serdana beş û odeyên din bê parin û ji her mafekî mirovî hatin bê parkirin û ev yek jî metirsiyê dixe ser jiyana wan.

Basnews
Top