Amerîka 1.6 milyar dolar bo Hêzên Pêşmerge xerç dike
Encûmena Pîran a Amerîka duh 12.12.2014`an di civîna xwe de, projeyasaya taybet bi xerçkirina 496 milyar dolar bo şerê dijî çekdarên DAIŞ`ê li Ira û Sûriyê û xercikirina 64 milyar dolar bo şerên Amerîka li derveyî welat pejirand.
Di civînê de, ew projeyasa bi dengê 89 endamêm Encûmena Pîran hat pejirandin û di hember de 11 endaman wê projeyasa redkirine, hevdem Wezareta Bergirî ya Amerîka ji aliyê Encûmena Pîran ve hat spartin ku, divê ji koma 3 milyar û 400 milyon dolar, milyarek û 6 milyon dolar bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge yên Kuridstanê xerç bike.
Basnews
