• Monday, 16 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî ragihand ku dema êrişa ser Mûsilê nêzîk dibe

Gulan Media December 13, 2014 Nûçe
Hoşyar Zêbarî ragihand ku dema êrişa ser Mûsilê nêzîk dibe
Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand ku dema êrişa ser Mûsilê ji bo rizgarkirina wê ji destê DAIŞê, nêzîk dibe.

Herwiha da zanîn ku Hikûmeta Iraqê jî piştgiriya eşîrên sunnî dike.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand: “Demeke daiyr ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê nehatiye destnîşankirin, lê ev dem her nêzîktir dibe.”

Ev yek di demekê de ye ku aliyên pêwendîdar danûstandinê dikin, derbarê wan hêzên ku biryar e mil bi mil li kêleka artêşa Iraqê beşdariyê di rizgarkirina Mûsilê de bikin.

Piraniya danûstandinan jî derbarê beşdarîkirina Hêzên Pêşmerge û çekdarên şîe ne di vê êrişê de.

Çekdarên DAIŞê ji meha Pûşberê ya borî ve bajarê Mûsilê kontrol kirine, tevî navçeyên fireh ên parêzgehên Selahedîn, Kerkûk û Enbar.

Rudaw
Top