Govara time encamên rapirsiya xwe eşkere kir
Govara time a Amerîkayî encamên rapirsiya xwe derbarê kesayetiya salê de belav kir.
Piştî di rojên derbasbûyî de govara navdar ya Amerîkayî time, bo destnîşan kirina kesayetiya sale rapirsiyek pêk anî bû û Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî di lîsteya berbijêrên kesayetiya salê de bû, duh govara han encamên rapirsiya xwe belav kir.
Li gor encamên rapirsiyê hevkarên ev kesên ku rastî nexweşiya Ebola hatine bûn yekem.
Nivîskarê vê goranê jî raporteke dirêj li ser Serok Barzanî û qonaxên curbicur yên jiyana Serok Barzanî nivîsandiye û eşkere kiriye ku Serok Barzanî kesê yekaneye ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bûye hevpeymanekî bawermend yê Amerîkayê, Mesûd Barzanî jî Serokê welatekiye ku jê re dibêjin Kurdistan.
Di beşeke din ya raporta han de yaku derbarê Serok Barzanî de hatiye nivîsandin behsa vê yekê hatiye kirin ku Kurdistan bi tenê li du cêyan de heye, yek di nava nexşeya wan navçeyên ku Kurd tê de dijîn û di nava ev ala kes,sor û zer de yaku li wan navçeyan de tê hildan, niha li Bakûrê Îraqê hikûmetek heye bi navê hikûmeta Kurdistanê lê hîna li welatên din Kurd û Kurdistan bi fermî nehatiye nasîn.
Gelê Kurd ku niha bûye qehremanê şerê dijî terorîstên DIŞIê, li Bakûrê Îraqê de xwedan dewleteke genc, artêş, destûr û xalên xwe yên sînoriye û siyaseteke taybet ya derve heye û Serok Barzanî jî Serokê bihêz yê vê herêmê ye ku jiyana vî jî dengvedana dîroka gelê vî ye.
