”Pêşmerge bibantortirîn hêz e li dijî DAİŞ’ê”
Serokê Komisyona Karûbarê Derve ya Kongresa Amerîkayê Senator Ed Royce got: ‘’Pêşmerge bibandortirîn hêz e li dijî DAİŞ’ê, lê desthilata Obama û Bexdayê red dikin ku piştgiriya pêwist bikin.’‘
Cîgirê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAİŞ’ê Brett H. McGurk, da zanîn ku niha operasyonên navdewletî yên li dijî DAİŞ’ê di qonaxa destpêkê de ne û dibe ku operasyonên lawazkirina wê rêxistinê demeke dirêj berdewam bikin.
Di civîneke derbarê DAİŞ’ê de ku Komisyona Karûbarê Derve ya Kongresa Amerîkayê birêve çû, Brett McGurk bersiva senatoran da û herwiha li ser karûbarê hevpeymaniyê de jî agahî dan. McGurk, behsa wan destkeftên Amerîka û Hêzên Hevpeyman kir ku bi saya operasyonên esmanî li İraq û Sûriyê bidest ketine.
McGurk got: ‘’Eger em berê xwe bidin şeş meh berî niha, dibînin ku li dijî DAİŞ’ê me serkeftin bidest xistiye. Lê dixwazim bibêjim ku demeke dirêj dfivê û ev operasyon dê çend salan berdewam bike, niha em di qonaxa destpêka yekem de ne.’‘
Serokê Komisyona Karûbarê Derve ya Kongresa Amerîkayê Senator Ed Royce jî tekez kir ku Koşka Spî li beramber DAİŞ’ê xemsar e û wiha axifî: ‘’Ew navçeyên ku di demsala havînê de di destê DAİŞ’ê de bûn, niha jî her di destê wê de ne, ew grûpên Sûriyê ku Amerîka piştgiriya wan dike bo rûbirûbûna DAİŞ’ê, tu piştgiriyeke tam wernagirin.’‘
Derheqê rewşa İraqê de jî Royce got: ‘’Pêşmerge niha jî bibandortirîn hêz e li dijî DAİŞ’ê, lê belê desthilata Obama û Bexdayê red dikin ku piştgiriya pêwist bikin daku li dijî DAİŞ’ê ku çekên giran di destê wê de ne, şer bikin. Ji xeynî çekên sivik tiştekî din nedane Hêzên Pêşmerge.’‘
Basnews
