Kêşeya dabeş kirina postan li parêzgeha Silimanî hate çareser kirin
Kêşeya dabeş kirina postên civata parêzge û Parêzgarê Silimanî hate çareserkirin.
Piştî ku demeke dirêj li ser hilbijartinên parêzgehên Kurdistanê de derbas bû lê part û aliyên siyasî bi taybetî YNK û Goran li ser postê Parêzgar û postên din yên civata parêzgeha Silimanî lihev nekirin û destnîşan kirina wan postan demeke dirêj paş ket.
Beriya çend rojan her yek ji YNK û Goran eşkere kiribûn ku amadene bi awayekî demkî li ser wan postan lihev bikin û her du sal yek ji wan wan postan werbigire, liser vê esasê îro careke din civata parêzgeha Silimanî civiya û part û aliyên siyasî di navbera xwe de ev postên han dabeş kirin li gor lihev kirinê vê postê parêzgar du sal bo YNK be û du salên din jî bo Goranê be.
