• Monday, 16 February 2026
logo

Qedexeya li ser pirtûka Ocalan hat betalkirin

Gulan Media December 12, 2014 Nûçe
Qedexeya li ser pirtûka Ocalan hat betalkirin
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, fermana qedexekirin û komkirina pirtûka Ocalan a bi navê “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin.

Parêzerê Ocalan, Cengîz Çîçek li ser bingeha biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya “binpêkirina azadiya ramanê” serî li dadgeha Sulhê ya Amedê dabû.

Dadgehê jî serlêdana wî nirxand û fermana qedexekirin û komkirina pirtûka Ocalan a bi navê “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk”, ku ji aliyê dadgeheke din ve hatibû dayîn, betal kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê roja 25ê Hezîrala îsal li ser serlêdana Ocalan ji bo çapkirin û weşana pirtûkên xwe biryar dabû ku astengkirina çap û weşana pirtûkên Ocalan “li dijî azadiya raman û çapemeniyê ye”.

Rudaw
Top