Daxwaza hevkariyên zêdetir bo hêzên pêşmerge tê kirin
Duh wezîrê pêşmerge Mistefa Seyêd Qadir li gel heyeteke komîteya parastinê ya parlementoya Berîtanyayê re civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê zêdetir hevkarî kirina hêzên pêşmerge û dabîn kirina pêdiviyên hêzên pêşmerge hatiye kirin.
Her di civînê de daxwaz ji Berîtanyayê hate kirin daku di warê perwerdehiya leşkerî de zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge bike.
Heyeta Berîtanî jî ev yek eşkere kir ku ev bi hebûna pêşmerge serbilindin.
