DAIŞ deriyê mizgeftên Mûsilê digre
Li bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞ`ê deriyê çend mizgeftan girtin û daxwaz ji welatiyan dikin ku, nivêjê di wan mizgeftan de nekin.
Di vê derbarê de, mamostayê olî li bajarê Mûsilê Hemîd Fethula, ev nûçe piştrast kir û ji BasNewsê re got:“Bi hênceta hrbûna gora miriyan di wan mizgeftan de, çekdarên DAIŞ`ê li Mûsilê, deriyê mizgeftên Omeriye, Qetanîn, Ebarîq û Redwan girtin û daxwaz ji welatiyan û mamosteyên olî yên wan mizgeftan kirin ku, êdî çênabe nivêj di wan mizgeftan bê kirin“.
Hemîd Fethula got:“Çekdarên DAIŞ`ê ew gef jî li pêşnivêjan û melayên wan mizgeftan xwariye ku, eger bi wê biryarê pabend nebin, wê bi tundî bêne ceza kirin“.
Ji 10.06.2014`an de, çekdarên DAIŞ`ê êrîşe ser parêşgeha Mûsil kirin û dagîrkirin û ji wê demê ve, ew parêzgeh dibin desthilata çekdarên wê rêxustinê deye.
Basnews
