• Monday, 16 February 2026
logo

Cibûrî dê hozên Ereb ên Kerkûkê çekdar bike

Gulan Media December 10, 2014 Nûçe
Cibûrî dê hozên Ereb ên Kerkûkê çekdar bike

Parlementerekî Iraqê aşkere dike ku, Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî soz daye hêzên Ereb ên Kerkûkê ku, dê çek pêşkêşî wan bike.

Parlementerê Iraqê Xalid Mifrecî ragihand ku, di serdana xwe de bo Kerkûkê, Selîm Cibûrî soz daye hozên Ereb ên Sine li wê parêzgehê ku ew dê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biaxive, da çekan ji wan re bişiyêne.

Li gor ku Mifrecî ragihandiye, hozên Ereb ên Sine li Kerkûkê dixwazin ku hikûmeta navendî çekan ji wan re bişiyêne, da ku karibin alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û parastina Kerkûkê bikin.

Di civîna xwe de ligel encûmena parêzgeha Kerûkê, Serokê Parlementoya Iraqê gotibû ku Kerkûkê Iraqî ye, nûnerekî Kurd jî lê vegerandibû ku Kerkûk Kudistanî ye, lewma alozî di wê civînê de derketibû.

Basnews
Top