Pêşmergeyên Kurdistanê gellek navçe rizgar kirine
Wezîrê Derve yê Amarîkayê John Kerry di gotinekê de li Kongreya welatê xwe, got ku, “Pêwîst e Kongre piştgiriya xwe ji bo Serokê Amerîka Barack Obama nîşan bide û razî jî bibe ku ku operasyonên Amerîka ligel hevpeymaniya navdewletî dirêj bikin.”
John Kerry wiha domand: “Tişta ku niha çê dibe ji hêzên amerîkî re re, ezmûnek e li dijî rêxistineke ku gellek karên dijî mirovatiyê pêk anî ne.”
Kerry anî ziman ku, “DAIŞ karên xiraptir ji karên rêxistina el-Qaîde pêk aniye.”
Wezîrê Derve yê Amarîkayê John Kerry pesnê Hêzên Pêşmerge da û got: “Hikûmeta Iraqê xwe organize dike. Pêşmergeyên Kurdistanê gellek navçe ji destê DAIŞê derxistine.”
John Kerry her wiha got ku, “Divê em bi hev re kar bikin ji bo tunekirina wê rêxistinê.”
