Civîneke sê alî navbera Îran, Sûriye û Iraqê birêve çû
Wezîrên derv yên Iraq, Sûriye û Îranê lihev civiyan û tekez li ser alîkarîkirina navbera her sê aliyan di rûyê “terorê” de kirin, wek ku hatiye belavkirin.
Duh, 9ê Kanûnê, di çarçoveya beşdarîkirinê li konferansekî de li ser tndî û radîkaliyê, her yek ji Wezîrê Derve yê Iraqê Ibrahîm Caferî, Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim ligel Wezîrê Derve yê Îranê civiyan.
Li gor ku dezgehên medyayî yên Sûriyê û Îranê ragihandine, di civînê de behsa têkiliyên sê alî hat kirin û her Zerîf, Mualim û Caferî tekez li ser “Bewrdewamiya hevahengî û şêwirê navbera her sê aliyan hat kirin di pirsa rûbirûbûna DAIŞê û Cebhet el–Nusre de.”
Ji aliyê xwe ve, medyaya Îranê li ser zarê Mihemed Cewad Zerîf bekavkirin ku wî soz daye ku “Îran her dem piştgiriya gelê Iraq û Sûriye dike, di şerê li dijî vê metirsiyê de, dê piştgiriya me jî berdewam be.”
Basnews
