Civata Serokatiya PDKê civiya
Bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya PDKê civiya.
Duh bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê civiya.
Di civînê de çendîn mijar û babetên girêdayî bi rewşa niha ya Kurdistan û deverê hatin nîqaşkirin.
Her di civînê de pirsa şerê dijî terorîstên DIŞIê, peywendiyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê jî hatin giftûgo kirin.
Di berdewamiya civînê de jî rewşa navxweyî ya partiya demokrata Kurdistanê û kar û çalakiyên sazî û dezgehên PDKê jî hatin nîqaşkirin û di dawiya civînê de jî daxuyaniyek hate weşandin û tê de behsa naveroka civînê hate kirin.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di civînê de li ser çend xalên girîng weke , şîrove kirina rewşa giştî, peywendiyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê, rewşa navxweyiya Kurdistanê, peywendiyên navxweyî yên Kurdistanê, rewş, kar û çalakiyên dezgeh û saziyên PDKê û çendîn mijarên din jî bi berfirehî hatine nîqaşkirin.
