Angela Merkel: Emê li ser piştevaniya Pêşmerge berdewam bin
Serokwezîra Almanya û Seroka CDUyê Angela Merkel, duh (9ê Kanûnê) di 27emîn kongreya partiya xwe de piştî ku behsa siyaseta giştî ya partiya xwe kir li ser şerê DAIŞê li Sûriye û Iraqê jî aixvî.
Angela Merkel, di kongreyê de ku tîma Rûdawê jî tevlî bibû, li pêşberî 20 hezar endamên CDUyê wiha got:
“Em wek partiyek ku girîngiyê dide nirxên xirîstiyanî, nikarin li hember wê karesata ku li Sûriye û Iraqê diqewime, bêdeng bin. Me alîkariya her du welatan kiriye her wiha me çek ji Pêşmege re şandiye û emê li ser vê yekê jî berdewam bin.”
Di kongreya CDU de tenê partiyeke kurdî beşdar bû ku ew jî PDK bû.
Rayedara Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Şîlan Doskî ji Rûdawê re got, têkiliyên me bi CDUyê re pir xurt in. Ew beşdarî karê me dibin û em jî mîna salên borî ji bo vê kongreyê hatine vexwendin. Peyama me ji bo vê partiyê û hemû gelê Almanya ew e ku em spasiya piştevanî û alîkariyên leşkerî û mirovî yên gel û hikûmeta Almanyayê dikin.
Di hilbijartina serokatiya nû ya partiya CDUyê de, Angela Merkel bi rêjeya zêdetirî %96ê dengên endamên kongreyê ji bo du salên din wek seroka partiyê hat hilbijartina.
Piştî ku hat hilbijartina, endamên kongreyê bi qasî 10 xulekan û li ser piyan jê re çepik lêdan.
Ev cara heştemîn e ku Angela Merkel dibe seroka CUDyê, heta niha ti hevrikek jê re peyda nebûye.
Rudaw
