Govara Tame Serok Barzanî bo kesayetiya salê berbijar kir
Govara tame a Amerîkayî Serok Barzanî bo kesayetiya salê berbijar kir.
Govara tame ya Amerîkayê di raporteke xwe de navên 8 kesan bo destnîşan kirina kesatiyên sala 2014an destnîşan kiriye û biryare di merasimekî de roja sibê 10ê vê mehê li bajarê Newyork Amerîkayê kesayetiyê yekem yê sala 2014an were destnîşankirin.
Di raporta han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî yek ji wan kesaye ku ji aliyê govara han ve hatiye berbijarkirin.
Di lîsteya wan berbijaran de her yek ji Serokê Rûsiyayê, birêvebirê kompaniya Apple, damezrênerê kompaniya Alî baba, birêvebirê giştî yê fotbola Amerîkayê û Xatûneke hunermenda Amerîkayê hatine destnîşankirin.
