• Monday, 16 February 2026
logo

Li ser sînor 3 leşker hatin kuştin

Gulan Media December 9, 2014 Nûçe
Li ser sînor 3 leşker hatin kuştin
Li navçeya Serêkaniyê (Ceylanpinar) ya girêdayî parêzgeha Rihayê, êrîş li leşkerên Tirkiyeyê hat kirin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Duhî şev saet 23.35ê ji komek ne diyar ve bi çekan êrîş li lêşkerên Tirkiyeyê yên ku li ser sînorê Sûriyê hat kirin. Di encama êrişê de 3 leşkerên ku nobeta sînor digirtin hatin kuştin.

Piştî bûyerê ji Rihayê Tîmên Tevgera Taybet derbasî herêmê bûn.

Qeymaqamê Serêkaniyê Ahmet Karatepe ji bo lêkolînê çû cihê bûyerê.

Tebaxa borî jî dîsa li ser sînorê Serêkaniyê 3 leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Li herêmê di nava hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de pevçûn hene.

Rudaw
Top