• Monday, 16 February 2026
logo

Li ser nasnameya Kerkûkê alozî derket

Gulan Media December 9, 2014 Nûçe
Li ser nasnameya Kerkûkê alozî derket

Di civîna îro, Sêşemê, ya Serokê Parlamentoya Iraqê û Parêzgearê Kerkûkê de, arîşe û pirsgirêk di navbera endamên Ecûmena Parêzgeha Kerkûkê de derket û heta niha Serokê Parlamentoya Iraqê di hola civînan de ye.

Di civîna îro de li bajarê Kerkûkê ku, di navbera Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciburî û endamên Encûmena wê parêzgehê de arîşe û pirsgirêk ketin rojevê, di vê derbarê de peyamnêrê BasNewsê got:“ Di civîna îro de, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciburî û endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê arîşe û pirsgirêk ketin rojevê û ji wê yekê destpêkir ku, Ciburî got:“ Kerkûk bi nasnameya Iraqê bajarekî ciwan û xweşte“.

Ji aliyê xwe ve berdevkê lîsteya Birayetî û Pêkvejiyan, Mihemed Kemal bersiva Selîm Ciburî hat da û got:“ Kerkûk nasnameya wê Kurdistanî ye, niha Pêşmergeyan li Kerkûkê xwîn dane, ev bajar ji terora DAIŞ`ê parastine, Kurdistan parastina tevahiya pêkhatên vî bajarî dike, lewira rasteqîneya Kerkûkê Kurdistanî ye“.

Hevdem nûnerê Eniya Tirkmen li Parlamentoya Iraqê Erşed Salihî got:“ Axaftinên Selîm Ciburî rastin û ev bajar ji bilî nasnameya Iraqê, bajarekî nasnameya bingehîna

xwe Turkmeniye“.

Peyamnêrê BasNewsê diyar jî kir ku, di nav hola civînan de, arîşe û pirsgirêk ket rojevê û ji ber vê yekê, Selîm Ciburî ji hole derket, lê piştre vegerî nav hola civînê û niha di hola civînan de ye.

Basnews
Top