Selîm Cibûrî: Divê koçberên li Kerkûkê vegerin cihên xwe
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî îro serdana Kerkûkê kir û ligel Parêzgar Necmedîn Kerîm û serokên fraksiyonên Encumena Parêzgeha Kerkûkê û serokên eşîretan civiya.
Piştî civînê Kerîm û Cibûrî civînek rojnamevaniyê lidar xistin û di wê civînê de Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku, Pêwîstiya Hikûmeta Iraqê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge heye bo şerê DAIŞê. Pêwîst e her kes li dijî DAIŞê şer bike.
Selîm Cibûrî wiha got: “Divê ew koçberên ku vê dawiyê hatine Kerkûkê, di demeke nêzîk de vegerin cihên xwe.”
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Kerkûkê gilî ji Hikûmeta Iraqê kir, ku barê koçberan tenê li ser milê îdareya Kerkûkê hiştiye û bi ti awayî alîkariya wan nekiriye.
Kerîm her wiha daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku bi hewara koçberan bê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna Cibûrî digel Kerîm û serokên fraksiyonên Encumena wê Parêzgehê û serokên eşîretên wê de, Cibûrî sipasiya Hêzên Pêşmerge kir, li ser parastina ewlehiya Kerkûkê bi bû cudahî di navbera pêkhatên wê de.
Spasiya Serokê Parlamentoya Iraqê bo Pêşmerge serokên eşîretên Iraqê hêris kir û bo sedem ku ji civînê derkevin.
Rudaw
