• Monday, 16 February 2026
logo

YPG: Li Kobanî 3 cihên din ji DAIŞê hatin standin

Gulan Media December 9, 2014 Nûçe
YPG: Li Kobanî 3 cihên din ji DAIŞê hatin standin
YPGê ragihand ku pêşveçûna hêzên YPGê ya li nava Kobanî didome û li eniya başûr 3 nuqteyên din ji çeteyên DAIŞê hatin paqijkirin.

Navenda Çapemeniya YPGê derbarê şer û pevçûnên şeva borî li Kobanî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPGê de hatiye belavkirin, ev agahî hat dayîn:

“Êrişên çeteyên DAIŞê ku bi armanca dagirkirina Kobanî hatine destpêkirina di roja 84’an de dewam dikin. Pêşveçûna hêzên me li navenda bajêr dewam dike. Her wiha komên çete jî bi avêtina topan hewl didin encam werbigirin.

Li eniya rojhilata, şeva borî di navbera hêzên me û komên çete de şerekî dem kurt derket. Di wî şerî de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Operasyona hêzên me li eniya başûr jî bênavber dewam dike. Hêzên me şevê din li vê eniyê, li hemberî hin nuqteyên ku çeteyan dagir kirine êriş pêk anîn. Di encama wê êrişê de 3 nuqte ji çeteyan hat paqijkirin. Ji ber ku lêgerîn û lêkolîna li herêmê dewam dike, encama zelal a operasyonê nehatiye zelalkirin.”

Rudaw
Top