• Monday, 16 February 2026
logo

Hevpeymaniya Navdewletî 1500 leşkeran dişîne Iraqê

Gulan Media December 9, 2014 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî 1500 leşkeran dişîne Iraqê
Hat zanîn ku dewletên hevpeymanên Amerîkayê di şerê DAIŞê de dê 1500 leşkeran bişînin Iraqê.

Berpirsê Karûbarên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, General James Terry eşkere kir ku hevpeymanên Amerîka di şerê DAIŞê de soz dane ku 1500 leşkeran bişînin Iraqê.

Li gorî Reutersê, Terry her wiha diyar kir ku ew leşkerên ku biçin Iraqê ji bo wê ye ku hêzên Iraq û Pêşmerge fêrî bikaranîna çekan û taktîkên şer bikin.

Wî rayedarê leşkerî yê Amerîkayê da zanîn ku ew hêza leşkerî dê di demek nêzîk de derbasî Iraqê bibe.

Rudaw
Top