• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Nabe sitara DAIŞê li ti derî hebe

Gulan Media December 9, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Nabe sitara DAIŞê li ti derî hebe
Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku şerê DAIŞê şerekî cîhanî ye ji ber wê jî divê hewleke cîhanî ji bo tinekirina wê bê dayîn.

Mesrûr Barzanî, duh li Hewlêrê bi şandeke Parlamentoya Îngilistanê re civiya.

Di civînê de Barzanî diyar kir ku wan berê jî gotiye niha jî dibêjin ku nabe ti sitargeheke DAIŞê li herêmê bimîne lewma divê êrişên asmanî li dijî wê rêxistinê bên zêdekirin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê anî ziman ku şerê DAIŞê şerekî cîhanî lewma divê ji bo tinekirina wê rêxistina terorîstî jî hewlek cîhanî û hevbeş bê dayîn.

Mesrûr Barzanî qedirzaniya piştevaniya hikûmeta Londonê ji bo Pêşmerge kir û daxwaza çekên zêdetir ji bo jinavbirina DAIŞê kir.

Şanda Parlamentoya Îngilistanê jî ragihand ku ew dê hemû daxwazî û nêrînên Herêma Kurdistanê bi raporekî pêşkêşî cihên pêwendîdar bikin.

Rudaw
Top