Nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîkayê hat destnîşan kirin
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand:
- Di çarçoveya xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê li gor rênîşanderên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê yên ji bo pêşxistin û mokimkirina têkeliyên digel welatên cîhanê, û ji ber giringiya ofîsa hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîkayê ku ev demek bû ew poste vala mabû, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar de ku, Bayan Samî weke nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîlkayê bê destnîşan kirin.
Weke tê zanîn hikûmeta herêma Kurdistanê 14 nûneratiyên xwe li derveyê welkêt hene.
