Parlamenterê kurd ê Sûriyê: Bila Pêşmerge derbasî Qamişlo bibin
Parlamenterê kurd ê Sûriyê Omer Osê ji Rûdawê re eşkere kir ku tehdîdên DAIŞê li ser herêma Cizîrê bi taybet bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.
Ome Osê diyar kir, piştî ku DAIŞê êrişî Kobanî kir niha jî tehdîdên wê rêxistinê li ser herêma Cizîrê û bajarê Qamişlo yê Rojava zêde bûye lewma pêwîst e dewleta Sûriyê hêzên leşkerî bişîne wir.
Osê her wiha got ku piştî ku hêzên Pêşmerge çûne Kobanî rewşa wir baştir bûye û bang li Barzanî kir, ji bo parastina Qamişlo hêzên Pêşmerge bişîne wir jî.
Wî parlamenterê kurd anî ziman ku çûyîna Pêşmerge bo Kobanî gaveke dîrokî bû.
Rudaw
