• Monday, 16 February 2026
logo

Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê diçe Tirkiye

Gulan Media December 8, 2014 Nûçe
Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê diçe Tirkiye
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpa (YE) Federica Mogherinî diçe Tirkiye û mijara sereke ya serdanê wê şerê li dijî DAIŞê be.

Federica Mogherinî, bo gotubêjkirina mijara şerê li dijî DAIŞê îro dê biçe Enqere û hinek hevdîtanan bi berpirsên Tirkiyeyê re pêk bîne.

Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê Mogrinî roja yekşemê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ewê ji bo hin pêwendiyên stratejîk ên di navbera Tirkiye û YEyê de serdana Enqereyê bike.

Biryar e Mogherinî du rojan li Enqerê bimîne û li ser mijara hevkariyeke nêzîktir a li dijî DAIŞê û hinek mijarên din ligel rayedarên Tirkiyeyê re gotûbêj bike.

Ev serdana Mogherinî pşitî serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bo Tirkiyeyê tê ku Tirkiye û Rûsiya bi hevre rêketin ku peywendî yên xwe yên aborî bi hêztir bikin gotûbêj kiribû.

Ji aliyekî din ve jî, gotûbêjên derbarê endametiya Tirkiyeyê ya di nav Yekîtiya Ewrûpa de jî ji sala 2005ê ve berdewamin.

Rudaw
Top