• Monday, 16 February 2026
logo

Karwaneke mezin a çekan gehişte Hewlêrê

Gulan Media December 8, 2014 Nûçe
Karwaneke mezin a çekan gehişte Hewlêrê
Karwaneke mezin a çekan gehişte Hewlêrê, ew jî dê ji bo mebesta azadkirina Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê werin bikaranîn.

Li gor zanyariyên BasNews, duh, 7ê Kanûnê, karwaneke mezin a çekdan gehişte Frokexaneya Hewlêrê ya Navdeweltî, di vê derbarî de Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawir ji BasNewsê re got: “Ew çek dê ji bo polîsên Mûsilê bên şandin, ku hejmara wan 5 hezar kes e û niha derbiderî Herêma Kurdistanê bûne.”

Cebar Yawer diyar kir ku “Bingehek ji wê hêza polîs re li Başîqe hatiye vekirin û di bin serpereştiya rêveberiya polîsên Mûsilê de ye, ew hêz niha perwerdeyê werdigre da careke din hêza polîs were pêkanîn, ew cek jî ji wan polîsan re ne.”

Ew çek ji aliyê Hikûmeta Iraqî ve hatine şandin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, dê ew her 5 hezar polîsên Mûsilê beşek bin ji wê hêza ku ji bo azadkirina wê navçeyê ji dest çekdarên DAIŞê be.

Basnews
Top