• Monday, 16 February 2026
logo

Li Zûmarê 22 kurd ji destê DAIŞê rizgar bûn

Gulan Media December 8, 2014 Nûçe
Li Zûmarê 22 kurd ji destê DAIŞê rizgar bûn
Li devera Zûmarê ya Mûsilê, 22 welatiyên kurd ên ku ev çend meh bûn di destê DAIŞê de bûn, xwe rizgar kirin û gihîştin devera ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.

Li gorî agahiyan, duh 22 kes ji gundê Girgamêşê yê Zûmara Mûsilê ji derfeta ku piştî lêdana balafirên şer çêbibû, sûd wergirtin û ji destê DAIŞê birevin.

Wan gundiyan ku ji eşîra Gergerî ne, xwe gihandin gundê Bêrê yê Zûmarê ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.

Gundê Girgamêşê yê Zûmarê heta niha jî di destê DAIŞê de ye.

Fermandeyê hêzên Pêşmerge li gundê Bêrê, Rizgar Herkî got, dema balafirên şer li wê deverê li DAIŞê dan me karî wan gundiyan ji Girgamêşê derbasî Bêrê bikin.

Nahiyeya Zûmarê û hinek gundên wê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne.

Rudaw
Top