Rewş li ser Çiyayê Şingalê metirsîdare
Ji ber xirabiya rewşa seqayê, ev heftiyeke froke nikarîne alîkariyan bighînin koçberên li ser Çiyayê Şingalê, lewra jiyana koçberan di metirsiyê deye.
Di vê derbarê de, Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Aştî Koçer ji BasNewsê re got:“ Heftiyeke ti alîkarî negihiştine koçberên Çiyayê Şingalê û roj bi roj rewşa tendirustiya wan xirab dibe“.
Herwiha Aştî Koçer got:“ Ji bo çareserkirina bilez a wê pirsgirêkê, me daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku, hejmara frokeyan zêde bike, daku hemû koçberan bo parêzgeha Duhokê veguhêzin û ji ber sermayê û nemana xweraka pêwîst rewşa koçberan di metirsiyê deye“.
Heta niha 8 hezar kes ji koçberên Şingalê li ser Çiyayê Şingalê mane û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku, alîkariya wan bikin.
Basnews
