Îsraîlê li Sûriyê da
Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA, eşkere kir ku balafirên şer duh li dora Balafirgeha Şamê her wiha hinek çeperên artêşê li nêzîkî bajarê Dîmasyê yê Sûriyê dane ber bombeyan.
Li gorî ajansê, ti kes di wan êrişan de nehatiye kuştin.
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê jî ragihand, li derdora Balafirgeha Şamê û bajarê Dîmasê yê Sûriyê dengê “10 teqînan” hatiye bihîstin lê nehatiye zanîn ka ew teqîn ji ber çi çêbûne.
Heta niha Îsraîlê bi fermî ev bûyer piştrast yan jî red nekiriye.
Ev ne cara yekê ye ku Îsraîl êrişî Sûriyê dike. Sala 2011an jî balafirên şer li çend deverên Sûriyê dabûn.
Rudaw
