• Monday, 16 February 2026
logo

Şahê Urdinê: Pêwîst e çek ji kurdên Rojava re bên şandin

Gulan Media December 7, 2014 Nûçe
Şahê Urdinê: Pêwîst e çek ji kurdên Rojava re bên şandin
Şahê Urdinê, Ebdulla yê duyem ragihand ku, pêwêst e welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê çek û cebilxaneyê ji şervanên kurd li Rojavayê Kurdistanê re bişînin.

Şah Ebdulla yê duyem di hevpeyvînekê de ligel tora BBS a amerîkî ragihand: “Rêxistina DAIŞê gefeke navdewletî ye.”

Şahê Urdinê wiha domand: “Rast e rewşa Iraq û Sûriyê heta radeyekê ji hev cuda ye, ji ber ku hikûmet li herdu welatan heye, lê pêwîst e hevpeymaniya navdewletî bi çek û cebilxaneyê piştgiriya şervanên Kurd li Sûriyê bike. Herwiha têkiliyan ligel eşîretên sune li Iraqê jî bike.”

Şah Ebdulla yê duyem ku welatê wî endamekî hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye ragihand: “Operasyonên balafirên hevpeymaniyê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê girîng in, lê dawiya DAIŞê bi van êrişan nayê, lewma pêwîst e xelkê navçeyên di destê wê rêxistinê de hewl bidin navçeyên xwe rizgar bikin.”

Rudaw
Top