• Monday, 16 February 2026
logo

‘Tohmetbarên teqîna Hewlêr û Kerkûkê hatin girtin’

Gulan Media December 7, 2014 Nûçe
‘Tohmetbarên teqîna Hewlêr û Kerkûkê hatin girtin’
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand ku tohmetbarên serekî yên teqîna ber avahiya parêzgeha Hewlêrê hatine girtin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxwiyaniyekê ragehand ku tohmetbarên teqîna Hewlêr û Kerkûkê hatine girtin. Di daxwiyaniya asayîşê de wiha tê gotin: ‘’Em ji welatiyên xoşewîst ên Herêma Kurdistanê re radighînin ku piştî bidestketine çend agahî û şopandineke hûr, hêzên asayîşa Hewlêrê bi alîkariya asayîşa Kerkûkê di çend operasyonên taybet de, karîn çend terorîstên ser bi DAİŞ’ê li parêzgeha Kerkûkê bigrin.’‘

Teksta daxwiyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê wiha ye: ‘’Em ji welatiyên xoşewîst ên Herêma Kurdistanê re radighînin ku piştî bidestketine çend agahî û şopandineke hûr, hêzên asayîşa Hewlêrê bi alîkariya asayîşa Kerkûkê di çend operasyonên taybet de, karîn çend terorîstên ser bi DAİŞ’ê li parêzgeha Kerkûkê bigrin. Ev kesên han tohmetbarê serekî yên teqîna roja (19.11.2014) ên teqîna ber parêzgeha Hewlêrê ne. Herwiha di lêkolînên destpêkê de belgeyên din hatine bidestxistin ku destê vê grûbê di teqîna roja (23.08.2014) ya Hewlêr û teqîna (04.12.2014) ya Kerkûkê de heye.

Terorîstên ku hatine girtin di lêpirsîn û lêkolînên destpêkê de ligel hebûna belgeyên bihêz li tawanên xwe mikur hatin. Di çarçoveya mekanîzmayên yasayî de lêkolîna li ser van tohmetbaran berdewam e û di demeke nêzîk de em dê welatiyên xwe yên hêja derbarê encaman de agahdar bikin.’‘

Basnews
Top