Papa berxwedana xristiyan û kurdên êzdî bilind nirxand
Papayê Vatîkanê, Francis berxwedana xristiyan û kurdên êzdî li Iraqê li dijî rêkxistina DAIŞê bilind nirxand û xwest cîhan roja 8 vê mehê ji bo xristiyanên Iraq û Rojhilata Navîn nimêj bikin.
Papa bi rêya nameyekê vîdyoyî re ku di meşeke xristiyanan li bajarokê Enkawe li nêzîk Hewlêrê de hat xwendin, diyar kir ku xristiyan û kurdên êzdî dest ji mal û milkê xwe berdan û ji warê xwe bar kirin ji bo ku dest ji ola xwe bernedin.
Papa Francis ragihand ku ew di demeke nêzîk de nikare serdana Başûrê Kurdistanê û Iraqê bike, lê wî di serdana xwe ya vê dawiyê li Tirkiyê de jî got ku xristiyanê ji Rojhilata Navîn tên derkirin.
Papayê Vatîkanê herwiha got, xristiyan û kurdên êzdî bi taybetî, ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û olî bûne qurbaniyên tundiya nemirovî.
Di nameya xwe ya vîdyoyî de, Papa bal kişand ku xristyan û kurdên êzdî bi zorê ji malên xwe hatine derkirin û neçar mane dest ji her tiştî berdin ji bo ku xwe rizgar bikin û dest ji ola xwe bernedin.
Papa Francis car din daxwaz kir komeke cîhanî çêbibe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rûbirûbûna her karekî ku xelkê neçar dike ji welatê xwe bar dikin.
Herwiha 28ê Mijdara borî Rojnameya La Repullica ya li Îtalyayê tê weşandin ragihandibû ku Papa Francis di çarçoveya serdana Tirkiyeyê de xwestibû biçe serdana penaberên Kobanî, lê dîplomatên Tirkiyeyê astengî ji wî re derxistibûn.
Rudaw
