• Monday, 16 February 2026
logo

“Amerîka dê rasterast alîkariya Pêşmergeyan bike”

Gulan Media December 7, 2014 Nûçe
“Amerîka dê rasterast alîkariya Pêşmergeyan bike”

Di civîn hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, destxweşî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hat kirin û piştgiriya leşkerî û madî bo Iraqê hat dupatkitin, parlementerekî Iraqî jî dibêje ku “Amerîka alîkariya leşkerî ya Pêşmerge dike.”

Di civîn Brukselê de ku hemû welatên endam di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de amade bûn, rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de bilind nirxandin.

Endamê Komîteya Bergirî û Asayişê di Parlementoya Iraqê de, Şaxewan Ebdulla ji Basnewsê re got ku, berî niha her yek ji serokê Amerîka û wezîrê derve yê wî welatî ragihadndibûn ku ew dê alîkariya rasterast a Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge bikin, di civîna Brukselê de jî, dubare ji Ebadî re gotin ku ew amade ne alîkariya Pêşmerge bikin.

Şaxewan Ebdulla diyar kir jî ku “Berî niha çend mercên Amerîka hebûn ji bo piştgiriya Pêşmergeyan, ku divê di çarçoveya hikûmeteke lihevkirina niştimanî de alîkariya wan bê kirin.”

Navbûrî aşkere kir jî ku, nih Amerîka hewla wê yekê dide ku bi awayekî rasterast alîkariya Pêşmergeyan bike, lê naxwaze Iraqê jî dilgiran bike, lewma dê DAIŞ li Mûsilê jî bişkêne, di vê pirsê de dê Hêzên Pêşmerge jî bi awayekî rasterast ligel Artêşa Iraqê hevkar be.

Basnews
Top