Gelo Îran Ormiyê radestî azeriyan dike?!
Li Îranê behsekî wisa heye ku sîstema hilbijartinên giştî tê guhertin. Eger ev guhertin ji aliyê parlamentoyê ve bê qebûlkirine û fermî bibe wê çaxê Parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê li derveyî vê sîstemê dimîne.
Çimkî li gorî sîstema nû, êdî li şûna ku her bajarek nûnerê/a xwe bişîne parlamentoyê tenê parêzgeh dê nûnerên xwe bişînin parlamentoyê. Lê parêzgehên ku welatiyên wan ji du mezhebên şîe û sunnî pêk hatibe, nakeve nav vê çarçoveyê.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî parêzgeha Ormiyê ji şopînerên du mezhebên şîe û sunnî pêk tên lê şopînerên her du mezheban di heman demê de komên etnîkî yên deverê ne jî: Kurd û Azerî. Ji ber vê mijarê di navbera parlamenterên Ormiyê de nakokî derketiye.
Parlamenterê kurd ê Ormiyê Dr. Abid Fettahî jî li ser vê yekê ji Rûdawê re diyar kir, helbet heta niha ew pêşniyar nehatiye pesendkirin û li parlamentoyê tê nîqaşkirin û wiha axivî: “Em niha hewl didin ku parêzgeha Ormiyê jî bikeve nav wê qanûnê.”
Di bersiva pirsa ku “gelo eger ew pêşniyar bê qebûlkirin îhtimala wê heye ku nûnerên Ormiyê hemû bibin azerî” jî Dr. Fettahî got, tiştekî wisa çênabe çimkî girîng ew e kî/kê dibe nazmedê/a hilbijartinan.
Jibilî Ormiyê, parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî xwedana heman taybetmeniyê ye.
Rudaw
