Li Geverê xortek ji aliyê polîs ve hat kuştin
Duh danê êvarê li navçeya Geverê ya Colemêrgê xwepêşandanek ji bo salvegera kuştina xortên bi navê Veysel Îşbilir, Mehmet Îşbilir û Bêmal Tokçu (6ê Mijdara par hatibûn kuştin) hat lidarxistin lê polîs rê neda vê xwepêşandanê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, piştî ku polîs astengî derxist di navbera xwepêşanderan û hêzên polîs de pevçûn derket û xortê bi navê Rojhat Ozdal ji aliyê polîs ve hat kuştin, yek jî birîndar bû.
Piştî kuştina wî xortî, rewş aloztir bû û xwepêşanderan dora nexweşxaneya Geverê ya ku termê wî xortî birine wir, girtin. Hat zanîn ku heta niha jî alozî didome.
Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Esed Canan jî ku dixwest derbasî nexweşxanê bibe, ji aliyê hêzên polîs ve hat astengkirin.
Her wiha hat gotin ku li ber nexweşxanê jî di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derketiye û bombeyên gazî yên ku polîs li dijî xwepêşanderan bikar aniye, ketine beşa awarte ya nexweşxanê jî û bandor li nexweşan kiriye.
Rudaw
