Li Rebîe 35 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Efserekî Pêşmerge li sînorê Rebîe aşkere kir ku, ji aliyê frokeyên cengî ve bi tundî pêgehên DAIŞ`ê li wê navçeyê hatin bombebaran kirin û zirareke mezin bi wan çekdaran kirine.
Di vê derbarê de, Efserê li Fermandeya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li sînorê Rebîe Neqîb Ferhan Elî Ibrahîm ji BasNewsê re got:“ Duh Şemiyê li ser rêya serekiya Rebîe-Mûsil û li nêzîkî gundê Tel Simêlê, konoveyeke otombêlên çekdarên DAIŞ`ê ji aliyê firokeyên cengî ve hatin bombebaran kirin û di encam de, zêdetir ji 35 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin“.
Neqîb Ferhan Ibrahîm axaftina xwe weha qedand:“ Her di wê bombebaran kirinê de, 3 otombêlên ji curê Hummer û 5 Pickup wêranbûn“.
Basnews
