ENKSê her 12 nûnerên xwe destnîşan kir
Li gor agahiyên Rûdawê, her 9 partî, rêkxistin û kesatiyên serbixwe yên encumena kurdî di civîna xwe ya duh li bajarê Qamişlo de, 12 nûnerên xwe ji bo Lêvegera Siyasî destnîşan kirin.
Ji nava her 12 nûneran, ji her patiyekê nûnerek dê bê hilbijartin û her 3 nûnerên din hatin hilbijartin.
Biryar bû her 3 nûnerên din ji nava kesatiyên serbixwe, jin û ciwanên di nava encûmenê de bên hilbijartin, lê nûnerekî din yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDKS) di hilbijartinê de biserket. Bi vê yekê jî ew partî bû xwedî 2 nûner di Lêvegera Siyasî de.
Berî niha serkirdeyê TEV-DEMê, Ebdilkerîm Omer ragihandibû ku wan her 12 nûnerên xwe ji bo lêvegera siyasî diyar kirine.
Yek ji bendên Rêkeftina Dihokê ya ku di meha Cotmehê de li Dihokê di navbera ENKSê û TEV-DEMê de hat îmzekirin, avakirina Lêvegera Siyasî bû ku dê ji 30 kesan pêk were û her aliyek ji wan jî dê 12 nûnerên wan tê de be. Herwiha ew 6 endamên mayî jî, dê ji aliyê wan 24 endaman bên diyarkirin.
Rudaw
