Kobanî.. Rewşa bajêr aram e
Peyamnêrê Rûdawê li nêzîk bajarê Kobanî Imer Kalo ragihand: “Hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê ji vê sibehê ve li çeperên xwe ne û ti aliyekî ji wan êriş nekiriye û çeperên hevdu jî topbaran nekirine.”
Derbarê bombebarana balafiran jî, Imer Kalo wiha got: “Tevgera balafiran li asmanê Kobanî bi awayekî berdewam heye, lê ji duhî ve ti cihekî DAIŞê li Kobanî bombebaran nekirine.”
Kalo wiha domand: “Cara herî dawî ku balafirên hevpeymaniyê çeperên DAIŞê li Kobanî bombebaran kiribûn, duh saet 17:20 êvarê bû.”
Ji aliyekî dî ve, duh li ser sînorê di navbera herêma Kobanî û Bakurê Kurdistanê de mayînek bi koçberên ku li gundê Til Şeîr bi cih bûne, teqiya û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Li gor medyaya nêzîkî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh êvarê çar welatiyên Kobanî dema ku agir vêxistin maynek di bin agir de teqiya û welatiyê bi navê Xelîl Şêxî 26 salî û Fazil Oso 35 salî bi giranî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ew herdu welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanî.
Wek tê zanîn tevî hemû bangên partiyên Bakurê Kurdistanê û rêxistinên mafê mirovan û yên sivîl, lê dewleta Tirkiyeyê heta niha ew mayinên ku li ser sînorê Kobanî û Bakurê Kurdistanê ne, paqij nekirine, ew jî dem bi dem dibe sedema birîndarî û lingqutkirinê.
Rudaw
