Li Elmanya deriyê mizgeftekê hat girtin
Berpirsekî ewlekarî yê Elmanya aşkere kir ku, polîsên bajarê Birîmen yê bakurê wî welatî, ji ber piştgiriya û propegendayê bo rêxistina radîkala DAIŞ`ê deriyê mizgeftekê girtin.
Di vê derbarê de rojnameya Der Spiegel ya Elmanî nûçeyek belavkiriye ku, gotarên di wê mizgeftê de dihatin xwendin, serfirizaî û şanazî bi çekdarên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê dikirin, herwiha rola wê mizgeftê di şandina xortan bo nav rêzên çekdarên DAIŞ`ê li Sûriye de heye.
Wezîrê Navxwe yê Elmanya Thomas de Mezieres aşker ki ku, nêzîkî 550 welatiyên Elmanî tevî rêzên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê bûne.
Rêvebirê istixbaratên navxwe yên Elmanya aşker kir ku, bêhtire ji 60 welatiyên Elmanî ku di rêzên çekdarên DAIŞ`ê de li Iraq û Sûriyê şerdikirin hatine kuştin.
Wekt tê zanîn, dewleta Almanya di meha Êlûna bûrî de, her çalakiyeke piştgirî yan propaganda kirin ji rêxistinên Îslamiyên radîkalî re qedexekiriye.
Basnews
