• Monday, 16 February 2026
logo

Hesen Nesrullah: Kurdan DAIŞ xelet xwendin!

Gulan Media December 6, 2014 Nûçe
Hesen Nesrullah: Kurdan DAIŞ xelet xwendin!
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah îdia kir ku rêber û rayedarên Başûrê Kurdistanê nekarîn xeter û gefa DAIŞê li ser Kurdistanê bibînin û DAIŞ “xelet xwendina”.

Hesen Nesrullah di hevpeyvînekê de digel rojnameya El Exbar a Libnanê behsa şerê DAIŞê û gefên wê li ser herêmê kir.

Hesen Nesrullah diyar kir ku wî texmîn dikir ku DAIŞ dê piştî girtina Mûsilê êrişî Başûrê Kurdistanê jî bike lê rêber û rayedarên Kurdistanê nekarîn vê yekê bibînin û wiha axivî:

“Kurdan digot DAIŞ dê li wan cihên ku girtiye, bimîne û Kurdistanê tehdîd nake. Ev analîzek xelet bû û wê jî çavaniya xwe ji wan sozan digirt ku DAIŞê yan jî şirîkên wê dabûn kurdan.”

Sekreterê Hizbullahê got ku ew ji bo parastina Libnanê li Sûriyê şerê DAIŞê dikin û wiha pêde çû:

“Heta niha di dîrokê de ti mexlûqetek mîna DAIŞê nehatiye dîtin ku bi kîneke kûr xwîna mirovan dirijîne. Helbet gunehê vê yekê dikeve stûyê NY. DAIŞê jin û zarokên êzîdî zindî-zindî xistiye binê erê û komkuj kiriye. Li dinê ti pîvan û mantiqek rê nade ku tu bi hezaran mirov li ser çiyê tî û birçî asê bihêlî.”

Li gorî Hesen Nesrullah, bila qet Tirkiye nebêje ez alîkariya DAIŞê dikim lewma DAIŞê êrişî min nake. Tiştekî wisa tine, ti hêz û dewletek nikare vl lîstokê bibe serî çimkî DAIŞê dê êrişî Tirkiye, Erebistan û Ordunê jî bike!

Sekreterê Hizbullahê da zanîn ku piştî ku alimên sunnî gotin, em nikarin bîatê bi kesekî re ku nas nakin, bikin “xelîfeyê” DAIŞê Ebûbekir Bexdadî derket holê çimkî beriya wê dernediket.

Rudaw
Top