• Monday, 16 February 2026
logo

Civata wezîran teqîna bajarê Kerkûkî şermezar dike

Gulan Media December 6, 2014 Nûçe
Civata wezîran teqîna bajarê Kerkûkî şermezar dike
Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de kiryara terorîstiya duhî li bajarê Kerkûkê ji aliyê terorîstan ve hatiye encamdan û hijmareke xelkê sivîl kirin armanc, bi dijwarî protesto û şermezar dike:

Civata wezîrên herêma Kurdistanê teqîna terorîstiya duhî ya bajarê Kerkûka xweştivî û encamderên wê bi dijwarî şermezar dike û sersaxiyê li malbatên şehîdan, Kerkûkê û tevaya Kurdistanê dike, hêviya zûçakbûnê bo birîndaran dixwaze.

Terorîst û dijminên jiyan, azadî û mirovatiyê ku, li hemû bereyên cengê roj bo rojê dirbên kojek û giran li ser destê pêşmergeyên qareman dixun, weke karên xwe yên qirêj hertim di dema şikestin û keftinan de, destê xwe bo karên tirsinokên terorîstî û şehîdkirina xelkê sivîl dirêj dikin û cîyên medenî dikin armanc. Lê em hemû aliyan dilrehet dikin ku teror qed nikare me bitirsîne û pêşmergeyên qaremanên Kurdistanê heta dawiyê û heta jinavbirina terorîstan li ser xebat û tekoşîn û berhingarbûna terorê berdewam dibin û weke hertim dê serbikevin.

Nemirî bo şehîdan, serkeftin bo pêşmerge, bijî Kurdistan.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
05.12.2014
Top