• Monday, 16 February 2026
logo

Li sê aliyan şer e û hêzên kurdî bi tundî li wan didin

Gulan Media December 5, 2014 Nûçe
Li sê aliyan şer e û hêzên kurdî bi tundî li wan didin
Vê sibehê şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê li sê aliyên bajarê Kobanî qewimîn û balafirên hevpeymaniyê jî çeperên DAIŞê bi giranî bombebaran kirin.


Fermandarekî Pêşmerge li Kobanî bi navê Şêrwan Mihemed Spîndareyî ji Rûdawê ragihand: “Çekdarên DAIŞê îro ji sê aliyan ve êrişî çeperên hêzên kurdî kirin û Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bi tundî bersiva wan dan.”


Neqîb Şêrwan wiha got: “Çekdarên DAIŞê êrişên xwe bi topbarankirina taxên di bin kontrola hêzên kurdî de destpêkirine û piştre dest bi êrişê kirin.”


Spîndareyî wiha domand: “Hêzên Pêşmerge û YPGê bi çekên giran bersiva êrişa DAIŞê dane û niha termê 7 çekdarên DAIŞê ketine destê hêzên kurdî.”


Wî fermandarê Pêşmerge her wiha tekez kir ku, “Balafirên hevpeymaniya navdewletî îro çeperên DAIŞê li navenda Kobanî dan ber bombeyan.”

Spîndareyî duhî diyar kir ku şer li aliyên başûr û rojavayê Kobanî derketiye û heta niha 2 pêşmerge birîndar bûne lê birînên wan sivik in.

Rudaw
Top