• Monday, 16 February 2026
logo

Hîllary Clînton: Divê em piştevaniya şervanên jin ên kurd bikin

Gulan Media December 5, 2014 Nûçe
Hîllary Clînton: Divê em piştevaniya şervanên jin ên kurd bikin
Wezîrê berê ya Derve ya Amerîkayê Hîllary Clînton, diyar kir ku divê Amerîka piştevaniya şervanên jin ên kurd li Kobanî bike.

Hîllary Clînton, îro li Zanîngeha George Towan a bajarê Washingotin gotarek pêşkêş kir û got, şerê Sûriyê piralî ye û milîsên Hizbullaha Libnanê şûna Îranê şer dikin.

Clînton anî ziman ku çekdarên DAIŞê bi awayekî sîstematîk li dijî jinan sûc û tawanên giran dikin û wiha axivî:

“Jinên kurd pir bibandor û organîzekirî şerê DAIŞê dikin û wî şerê de roleke mezin dilîze lewma divê em piştevaniya wan bikin.”

Li Kobanî, jibilî şervanên xort şervanên jin jî hene ku xwe wek Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) organîze kirine û şerê DAIŞê dikin.

Rudaw
Top