• Monday, 16 February 2026
logo

Li Kerkûkê êrişa xwekujî: 21 mirî, 40 birîndar

Gulan Media December 5, 2014 Nûçe
Li Kerkûkê êrişa xwekujî: 21 mirî, 40 birîndar
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrişeke xwekujî de herî kêm 21 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.



Peyamnêrê Rûdawê Huner Ehmed ragihand, şevê din li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê ku taxa kurdan e, êrişeke xwekujî çêbû.



Huner Ehmed da zanîn ku di bûyerê de herî kêm 21 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji birîndaran giran e lewma îhtimala wê heye hejmara miriyan zêdetir bibe.



Peyamnêrê Rûdawê anî ziman ku ew êriş li nav çayxaneyeke taxa Şorîce de çêbûye.



Li gorî agahiyên Huner Ehmed, mirî û birîndar hemû sivîl in û hinek birîndar jî ji ber ku rewşa wan xirab bû, bo nexweşxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatin şandin.



Rudaw
Top